Brahîmê Alûcî
banner
brahimaluci.bsky.social
Brahîmê Alûcî
@brahimaluci.bsky.social
Jiyan bi kurdî xweş e. ژیان ب کوردی خوەشە

زمانی ئێمە شەرەف و نامووسی ئێمەیە

Zimanê me, şeref û rûmeta me ye

https://brahimaluci.blogspot.com/?m=1
Pinned
Termê Derûnnasiyê yê Giştî
(General Psychological Terms)
Derûnnasî - Psychology
Derûnnas - Psychologist
Derûnbijîşk - Psychiatrist
Derhişî- Unconscious
Kesayetî- Personality
Hest - Emotion
Bîr- Memory
Hevdilî- Empathy

FERHENGA DERÛNNASIYÊ
(DICTIONARY OF PSYCHOLOGY)

drive.google.com/file/d/16TP9...
Zimanê derhişiyê, remz û sembol e.

Derhişî (unconscious), qet derewa nake û pîr nabe.

Her mirov di hundirê xwe de zarokekî birîndar hildigire.

Mirov ji ber ku ditirse, namire, lêbelê ji ber ku dimire ditirse.

Derûnkolînerî (psychoanalysis)

Derhişî; şiûra veşartî, bîra (memory) sergirtî, nepen..
November 24, 2025 at 6:22 AM
Reposted by Brahîmê Alûcî
Min bi heft zimanan
Ji heft jinen di tengasiya zayîne de
Diayan berhev kir
Ji bo hatina te
Nizanim, Xwede bi kîjan zimanî dizane?

Gulîzer
November 24, 2025 at 5:53 AM
Hewldanên wî yî ji bo rizgarkirina zimanê xwe yî dayikê ew gihand bilindtirîn asta profesorên UCLAyê,

Aramî tenê li ciyekî ma: li nav cihû û hin xiristiyanên li Kurdistanê

Ziman xeta wan a jiyanê bû...

Bihuşta Bavê Min

Ariel Sabar

Ji îngîlîzî, Fahriye Adsay

Avesta
November 23, 2025 at 5:48 PM
Şîn û şahî bira ne.

Sal, mîna bawişkan tên û diçin.

Te çi sor kiriye, dora sortariyê ye.

Şivan kerî digerîne, kerî şivan nagerîne.

Şem bike, şûm bike, dû re ji xwe cûm bike.

Gotinên pêşiyan
November 23, 2025 at 9:13 AM
Evîn huner e, ne hest e.

Tirsên me, ne ji mirinê ne, ji jiyanê ne.

Mirovbûn, tê wateya hestkirina kêmasiyê ye.

Hin kes deynê jiyanê qebûl nakin da ku deynê mirinê nedin.

Ew kesê ku ji bo jiyanê 'çimayiyek' wî, dikare hema hema her 'çawaniyekan' ragire.

Gotinên derûnkolînerî (psychoanalysis)
November 22, 2025 at 5:30 PM
Reposted by Brahîmê Alûcî
“Zarok Bi Mafên Xwe Zarok e”
diyarname.com
November 20, 2025 at 5:17 PM
Ku bûk bê gund, wê her kes bibîne.

Miya ku ji keriyê xwe veqete, gurxwarî dibe.

Te şûşt bi ava gû, ez çi bikim bi qenciya li dû.

Gû meke desmalê û bi ser xwe ve daneliqîne.

Gotinên pêşiyan
November 22, 2025 at 6:43 AM
XWEBÛN Û NASNAME

Derûnkolînerî, hemû bêçaretî, kemasî û pirsên girîng ên derûnî yên mirovan bi zaroktiya wan ve girêdide. Bi taybetî jî ku temenê wan di navbera 0-6 salan de be, radeya dijwariyê bilindtir dibe. Li gorî derûnkolîneriyê, bingeha nasname,...

brahimaluci.blogspot.com/2025/11/xweb...
XWEBÛN Û NASNAME
brahimaluci.blogspot.com
November 21, 2025 at 1:43 PM
Dibêjin:

Rojekê ciwanekî kurd helbesta xwe ya ku bi erebî nivîsiye li pêş Apê Osman Sebrî dixwîne, paşê jê dipirse:

- Apê Osman te helbesta min çawa dît?

Apê Osman Sebrî dibêje:

- "Birazî, li dinyayê çiqas teba hene her yek ji bo xwe nêçîrê dike; tenê tajî ji bo xelkê dike."
November 21, 2025 at 9:23 AM
Mirovê bindest duderûn in -ji hebûn û xwebûna xwe ditirsin.

Aramiya navxweyî (hundirîn) bi nasîna xwebûnê (self) pêkan dibe.

Hişmendiya (consciousness) mirov bi nasîna derhişiya (unconscious) mirov sax û saxlem dibe.

Deriyê derûnnasiyê
(Gateway to psychology)
November 21, 2025 at 6:16 AM
Wijdan ku ket bazarê, dest bişo ji hewarê.

Derewek û sed derew li cem derewçîna yek e.

Wijdanê hinek mirovan, di binê sola wan de ye.

Gotinên pêşiyan

Wenê: Qendîl
November 20, 2025 at 6:53 AM
Reposted by Brahîmê Alûcî
Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî
diyarname.com/news.php?Idx...
Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî
diyarname.com
November 19, 2025 at 4:06 PM
Ziman, cihê ku kesayetî tê lê ava kirin e.

Mirov nikare bêyî şînê bijî - mirin jî beşek e ji mirovbûnê ye.

Hêza îdeolojiyê ne ew e ku rastiyê vedişêre, lê ew e ku mirov qanih dike.

Gotinên derûnkolînerî (psychoanalysis)
November 19, 2025 at 7:28 PM
Lanê şêr, bêhestî namîne.

Mal, bi xap û viran ava nabe.

Kanî bêxwedî bimîne, wê bimiçiqe.

Nezanê ne guhdar, derdê wî derdekî bêderman.

Ode nabe bê nan û rûn, avahî nabe bêstûn, can nabe bêxwîn û kar nabe bêdijûn.

Gotinên pêşiyan

Lan, cih û war
November 19, 2025 at 6:07 AM
DERÛNIYA FÎLMÊN TIRSÊ

Fîlmên tirsê ji demên dirêj ve ye yek ji formên herî balkêş ên kelecaniyê ne ku bi milyonan mirov li seranserê cîhanê li wan temaşe dikin. Lê ev cure fîlm ji bo her kesî ne serketî ne - hin mirov ji wan pir hez dikin û li temaşekirina

brahimaluci.blogspot.com/2025/11/deru...
DERÛNIYA FÎLMÊN TIRSÊ
brahimaluci.blogspot.com
November 18, 2025 at 6:45 PM
Ji qala Mîr Celadet ve, zimanê kurdî weke ku tu çewalek ka li ser rûyê behrê birjîne peyvên wê ji hev belawela bûyî...

Xebateke xwebexş û qedirnas;
1001 Peyvên Kêmnas
Di Kurdiya Kurmancî De

Berhevkar û Amadekar
Bahoz Baran

Wardoz
November 18, 2025 at 9:08 AM
Bingeha veguherînê, têgihiştin e.

Jiyan, ji me napirse, em ji jiyanê dipirsin.

Xwendin, rêya têgihiştina hişmendiyê ye.

Tişt û heyberan weke ku hene qebûl bike, ne weke ku tu dixwazî.

Em mirovên din weke heyberan (objects) dibînin, ne weke mirovan.

Deriyê derûnnasiyê
(Gateway to psychology)
November 17, 2025 at 7:42 PM
Divê mirov bextê xwe bihefidîne.

Bi serê dêûbavê: Mirov bi axa xwe, dibe mirov.

Çawa diya xelkê nabe diya mirov, welatê xelkê jî nabe welatê mirov.

Gotinên pêşiyan
November 16, 2025 at 6:36 PM
Rastî, bi temamî nayê vegotin.

Her çi tê tepisandin, dîsa li xwe vedigere.

Yê li dijî xwe şer neke, wê bi yê-din re li hev bike.

Laşê me birîn û bîranînên me yên derûnî û giyanî di xwe de vedihewîne.

Rastiya xwebûna xwe, bi xwe bibînin -ne ya ji aliyê yê-din ve hatiye diyarkirin.
November 16, 2025 at 1:54 PM
Bi min xurt e, li min xurt e.

Carinan qelem ji şûr tûjtir e.

Derew li xerîbiyê, fort li kaliyê.

Bihostek nezanî, gavek xizanî.

Çiqasî bireqise, ewqasî dimelise.

Gotinên pêşiyan

Wenê: Hejmara 132yan a Nûbiharê
November 15, 2025 at 7:19 AM
Reposted by Brahîmê Alûcî
Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî diyarname.com/news.php?Idx...
@brahimaluci.bsky.social
Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî
diyarname.com
November 14, 2025 at 4:40 PM
Mirov li cihê xwe dibe ez (xwe).

Ji bo mirov/an, ziman pir girîng e.

Mirovê li siya xwe dinêre ronahiyê dibîne.

Bingeha hişmendiyê bi ziman ve hatiye avakirin.

Hişmendiya (conscious) rastîn di derhişiya (unconscious) derûnê de sernixumandî ye.

Deriyê derûnnasiyê
(Gateway to psychology)
November 14, 2025 at 4:45 PM
Av diçe avahiyê.

Çav, sûretê dilan e.

Av rabû deng belav bû.

Çav, xinamê xwe nas dike.

Cihê baran lê bibare, teyrok jî lê dibare.

Banê xaniyan, tenê bi keviran bilind nabe.

Gotinên pêşiyan
November 14, 2025 at 6:34 AM
Armanca hemû jiyanê "xwe" (self) nasîn e.

Laş, bîra (memory) birînên derûnî tomar dike.

Hevdilî (empathy) amûra herî giring a têgihiştina derûna yên-din e.

Mirov bi şêwaza jiyanê xwe diyar dike, û ev şêwaz bi ziman tê ava kirin.

Gotinên derûnkolînerî (psychoanalysis)
November 13, 2025 at 7:35 AM
Reposted by Brahîmê Alûcî
Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî
⬇️
diyarname.com/news.php?Idx...

@brahimaluci.bsky.social
Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî
diyarname.com
November 12, 2025 at 7:30 AM